Li Pakîstanê balafirek rêwiyan ket xwarê
Li bakurê Pakîstanê balafirek bi 40 rêwiyan û xebatkaran ket xwarê.
Li bakurê Pakîstanê balafirek bi 40 rêwiyan û xebatkaran ket xwarê.
Balafira bi nimre PK-661 a ji Chîtralê diçû paytext Îslamabadê, piştî demekê êdî di radarê de nema xuya bû. Rayedaran ragihandin ku balafir li gel 40 rêwî û xebatkarên balafirê ketiye.
Balafirek din jî ya heman şîrketê sala 2006’an ketibû û 44 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
Ji ber ewlehiyê, ji sala 2007’an ve qedexe ye ku balafirên vê şîrketê biçin Ewropayê.