Li okyanûsa li peyka Saturnê dibe ku jiyan hebe

Li gorî encama lêkolînên li ser peyka Saturn Enceladûsê, di kûrahiya vê peykê de okyanûsek hatiye dîtin û madeyên pêwîst ên ji bo afirandina jiyanê, dibe ku lê hebin.

Encama ku amûra fezayî Cassînî li dora Saturn û peykên wê bi dest xist, balê dikişîne ser dibetiya hebûna jiyanê li fezayê.

Li ser peyka Saturnê Enceladûsê lêkolîn hate kirin û di encamê de hat tespîtkirin, ku li binê rûyê erdê yê qeşagirtî yê vê peykê, okyanûseke ku bi kîlomereyan li binê erdê ye, heye. 

Li ser mijarê gotarek li kovara Scîence hate weşandin û hat ragihandin, li jêrê vê okyanûsê çavkaniyên hîdro termal hene.

Di gotarê de bal tê kişandin ser jiyana li kûrahiya okyanûsên cîhanê, ku tîrêja rojê nagihêje wan û hat gotin, hê nîşaneyên li ser hebûna jiyana li Enceladûsê, nehatine dîtin.