Li Meksîkayê agir bi navenda koçberan ket

Li Meksîkayê agir bi navenda koçberan ket. Herî kêm 39 koçberan jiyana xwe ji dest da, 29 koçber birîndar bûn.

Li bakurê welêt, li navendeke li bajarê Cîûdad Jûárez ku sînorê wê bi DYE’yê re heye, şev nîvê şevê agir pê ket.

Enstîtuya Koçberiyê ya Neteweyî (ÛGE) ku navendê bi rê ve dibe, da xuyakirin ku 39 koçberan jiyana xwe ji dest daye. ÛGE’yê diyar kir ku çar jê bi giranî 29 kes birîndar bûne. 

Li gor nûçeyeke AFP’ê piraniya koçberan ji Venezûelayê bûne.

Li gor daneyên Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî, ji sala 2014’an ta bi niha herî kêm 7661 koçberan li ser rêya DYE’yê jiyana xwe ji dest daye û ya jî wenda bûne.

13’ê Adarê bi sedan koçberên li ser sînor dihatin sekinandin, hewil dan ji sînor derbas bibin, lê erkdarên Emerîkayî derbasbûn qedexe kir.

27’ê Hezîranê li derdora bajarê San Antonîo yê Texasê di romorkê 56 koçber hatin dîtin ku ji ber bênefesiyê jiyana xwe ji dest dane.