Li Marsê tsûnamiya ji 50 metreyî

Hat tespîtkirin, di serdemên antîk ên Marsê de ku hingî av li ser rûyê erdê hebû, pêlên avê yên bi 50 metreyî bilind, li peravan radibûn.

Di roja îro de, li ser rûyê erdê yê Marsê ku bi axa sor girtî ye, av nîne. Li gorî zanyaran, li vê gerstêrka ziwa, wextekê pêlên mezin ên avê (tsûnamî) yên bi 50 metreyî bilind radibûn.

Ji Navenda Astrobiyolojî ya li bajarê Spanya Madrîdê Alberto Faîren, li gorî daneyên NASA'yê li ser rûyê erdê yê Marsê peyda kir, dîmenekî nêzî rastiyê afirand. Zaynaran ên Deşta Chryse û herêma Xaka Ereb lêkolîn kirin, rêyên avê ya ber bi jorê ve tespît kirin. Zanyaran dan xuyakirin, ku ev rewş nikare bi bûyereke jeolojîk bê vegotin û vegotineke din peyda kirin.

Li gorî lêkolînên faîren, di dema ku li ser rûyê Marsê okyanûs hebûn de, ji ber ketina meteorekî karibe kratek ji 30 kîlometreyî veke, tsûnamiyên mezin rû dane. Van pêlên avê yên bi qasî 50 metreyî bilind, rê li ber vê yekê vekiriye. Li gorî zanyaran ev bûyer herî kêm du caran qewimiye.