Li Kongoyê êrîşa etnîkî: Herî kêm 25 kes mirin

Li Komara Kongo ya demokratîk, ji ber êrîşa komeke milîs a etnîkî herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gundekî wîlayeta Nord-Kîvû ya li rojhilatê Kongo ya Demokratîk, milîsên koma bi navê Maî-Maî Mazembe ya ji gelê Nandeyê, êrîşek kir.

Li gorî daxuyaniya Walîtiya Nord-Kîvû, milîsan bi satoreyan êrîşî vî gundê Hûtûyan kirin û 25 kes kuştin.

Yek ji rûspiyên civaka sivîl Hope Kûbûya ji AFP'ê re axivî û anî ziman, ji ber vê êrîşî bi rengê etnîkî, rîsk heye ku li rojhilatê welêt, şerekî etnîkî ji nû ve rû bide.

Koma milîsên bi navê Maî-Maî Mazembe ji gelên Nande, Hûnde û Kobo pêk tê. Ev kom li dijî koma Nyatûra ya ji milîsên gelê Hûtû şer dike.

Li herêma rojhilat a Komara Kongo ya Demokratîk, herî dawî di Noelê de şerekî bi heman rengî qewimî bû û 35 sivîlan jiyana xwe ji dest da bûn.