Li Kolombiyayê teqîn: Polîsek mir, 31 kes birîndar bûn

Li Kolombiyayê, ku bi komên gerîla re danûstandinên ji bo aştiyê tên kirin, roja Yekşemê teqînekê rû da. Di êrîşê de polîsek mir, 31 kes jî birîndar bûn.

Êrîş li derdora arena La Santamarîa ya paytext Bagotayê pêk hat. Şaredar diyar kir, rewşa 2 ji birîndaran giran e. Hat ragihand, teqîn ji ber bombeyekê pêk hatiye.

Gulaşên Ga yên li arena La Santamarîa, piştî çar salan di meha Çileyê de ji nû ve dest pê kiribûn. Van gulaşan rê li ber protestoyan vekiribûn.

Êrîş jî li dijî polîsên ku bi erka ewlekariya qadê radibin, hat kirin. Şaredar îdîa kir, ku her kes wê karibe bi rengekî ewle li gulaşên ga temaşe bikin.

Şaredar got, "Terorîst nikarin bi me" û eşkere nekir ku bê ji kê gumanan dike.

Li dijî Gulaşên Ga yên di 22'ê Çileyê de dest pê kirin, çalakiyên protestoyî hatibûn lidarxistin û di van çalakiyan de di navbera polîsan û xwepAêşandêran de şer derketibû.

Di sala 2012'an de, ji bo pêşî li 'pêkanînên tirsnak û îşkenceya li heywanan' bigire, qedexe kiribû ku La Santamarîa ji bo Gulaşên Ga bê bikaranîn. Piştî ku Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo lidarxistina Gulaşên Ga biryareke erênî da, ev 'spor' a tirsnak ji nû ve ket meriyetê.