NÛ BÛ

Li Kabîlê êrîş: 61 mirî û 160 birîndar

Li paytexta Efganîstan Kabîlê êrîş birin ser mîtîngekê, di encama êrîşê de 61 kes mirin û 160 kes birîndar bûn.

Li Efganîstan, Kabîlê endamên DAÎŞ’ê bi êrîşekî xwekujiyê, êrîş bire ser mîtingekê û di encama de li gorî agahiyên hatin girtin 61 kes mirin û 160 kes birîndar bûn.

Rojnamevanê AFP’ê yê fotoyan got, ‘’Dema ku ez gihaştim qadê bi dehan term hebûn. Min 20 term jimartin, piraniya wan bedena wan parçe bûbûn.

Rojnamevanê fotoyê got, protestovan êrîş birine ser polîsên ku ewlekarî pêk dianîn, Alîkarê Berdevkê Karê Hundir jî diyar kir, êrîşkaran kortêja Hazarayên ku tevlî mîtîngê bûbûn ji xwe re kirine hedef.

Bi hezaran kesên ku bi piranî ji Hazarayan pêk hatin, xeta ragêşiya bilind a li herêma Bamiyan protesto dikirin. Rûspiyên Hazarayiyan bi mebesta ku xeta rageşiya bilind polîtîkayeke cihêkar a li ser gel e, li dijî derdiketin.