Li Hindîstanê keştî noq bû: Herî kêm 26 kes mirin

Li rojhilatê Hindîstanê, keştiyeke ku ji pîrozkirina cejnekê vedigeriya noq bû û di encamê de herî kêm 26 kes mirin.

Diyar bû, keştiya ku di çemê Ganjê ê nêzîkî Patna a eyaleta Biharê noq bûye bê destûr bi rê ketiye û barê xwe giran kiriye.

Hê bi temamî zelal nebûye bê ka di keştiyê de çend kes hene. Rayedarên eyaleta Biharê têkildarî noqbûna keştiyê lêpirsîn dane destpêkirin.

Li Hindîstanê qedayên wiha pir çêdibin. Sedema sereke ya van bobelatên wiha ew e ku keştiyên di rewşa xirab de têne bikaranîn û barê wan bi rêwiyên zêde giran dikin.

Makar Sankrantî îsal 14’ê Çile hate pîrozkirin. Weke guherîna demsalê, ango dawiya zivistanê watedar dibe. Ba wê demê diqulibe. Makar Sankrantî li hemû Bakurê Hindîstanê tê pîroz kirin, beriya niha bi hezar salî 31’ê Kanûnê dihate pîrozkirin. Îro jî nêzî 14’ê Çile tê pîrozkirin.