Li Hannoverê meşa li dijî AFD

Li bajarê Hannoverê, meşa ku ji bo daxwaza rakirina qedexeya li ser PKK'ê hat plankirin, bi meşa li dijî kongreya partiya AFD'ê ya ku bi gotinên xwe yên dijminatiya li biyaniyan derdikeve pêş, hat lidarxistin.

Li bajarê Hannoverê, meşa ku ji bo daxwaza rakirina qedexeya li ser PKK'ê hat plankirin, bi meşa li dijî kongreya partiya AFD'ê ya ku bi gotinên xwe yên dijminatiya li biyaniyan derdikeve pêş, hat lidarxistin.

Di meşa sendîkaya DGB ya bi dirûşma 'li dijî rengê qehweyî pirrengî' de bi qasî 3 hezar kes amade bûn. Çalakî di nava tedbîrên tund ên ewlekariyê de li Orenplatzê destpê kir û li pêşberî salona kongreya AFD lê dihat lidarxistin, mîtîng hat lidarxistin.

Di mîtîngê de Şaredarê Bajarê Mezin ê Hannoverê Stefan Schostock, Nûnerê Komeleya Kargah a Îranî, ji NAVD-DEM'ê Aycan Alp, li ser navê Nîedersachsen Fluchtlîngsrat parêzer Dundar Kelloaglû û nûnerê DGB derketin ser dikê û axivîn.

Li ser navê NAV-DEM'ê Aycan Alp da xuyakirin ku meylên rastgirî yên li Elmanya û gelemperiya Ewropayê, komkujiya li Parîsê ji xwe re weke firsendekê dîtine û bi vî rengî li dijî biyaniyên ji terora DAIŞ'ê reviyane, polîtîkayê dimeşînin Alp diyar kir ku Ewropa ji bo pêşî li pêla penaberan bigire bi AKP û Erdogan re hevkariyê dike û destnîşan kir ku ev yek nakokiyeke gelekî mezin e.

Alp serdana Angela Merkel a ji bo Tirkiyeyê bibîr xist û da zanîn ku cîhana Rojava rêzdariyeke ku qet ne hêjayî wî ye dide Erdogan û got, "Erdogan welatiyên li welatê xwe qetil dike û neçarî koçberkirinê dihêle."

Alp anî ziman ku ew dixwazin girtiyên siyasî yên Kurd serbest bên berdan û qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî bibîr xist. Alp da xuyakirin ku Elçî ji ber ku got 'PKK ne rêxistineke terorîst e' ji aliyê dewleta Tirk ve li nava kolanê hatiye qetilkirin.

Parêzer Dundar Kelloaglû jî di axaftina xwe de bal kişand ser hewldanên desthilatdariya AKP'ê yên bûn sedema qetilkirina Tahîr Elçî.

...