Li gorî dengên hatine dayîn Clînton bi 15 pûanan li pêş Trûmp e

Ji bo hilbijartinên serokatiyê yên DYA, demeke kurt ma. Li gorî anketên di hefteyên dawî de hat kirin, Hîllary Clînton li pêş e.

Tê gotin, li gorî dengên heta niha li gelek eyaletan hatine dayîn Clînton gelekî li pêş hevrikê xwe Trûmp e.

Beriya hilbijartinên 8'ê Mijdarê, Buroya Lêpirsîna Federal (FBI) têkildarî Clînton, ji ber e-mailên wê yên dema wezaretiya xwe de nivîsandibû, ji nû ve lêpirsîn da destpêkirin.

Lê tevî vê yekê jî tê gotin, ku şensê Clînton li pêşberî hevrikê wê yê komarger Donald Trûmp hê jî gelekî bilind e.

Anketên hatin kirin nîşan didin, ku di dengên heta niha li gelek eyaletan li sindoqan an jî bi rêya nameyê hatine dayîn, Clînton li pêş e. Li gorî lêkolînên gelek şîrketên cuda yên li eyaletan hatin kirin, Clînton bi 15 pûanan li pêş Trûmp e.

Li gorî anketan, namzeta Partiya Demokrat Hîllary Clînton, li eyaletên Ohîo, Texas, Georgîe û Arîzanoyê ku Partiya Komarger lê xurt e, gelekî derketiye pêşiya Trûmp. Heta niha 19 mîlyon hilbijêrî dengê xwe bi kar anîne. Ev jî ji sedî 20 ê hilbijêrên qeydkirî ne.

Tê gotin, lêpirsîna FBI li dijî Clînton vekiriye, wê bandoreke neyînî li endamên hilbijartinê neke.

Li gorî lêkolîna States of te Natîon ku anketên heta niha yên li ser hilbijartinê nirxand, ji sedî 95 eê Clînton were hilbijartin.

Derketibû holê ku Clînton di navbera salên 2009-2013'an de dema Wezîra Karên Derve bû, di e-mail a şexsî de nivîsên li ser polîtîka derve nivîsandibû û FBI jî lêpirsîn di vê der barê de vekiribû. Hevrikê wê Donald Trûmp jî ji ber axaftinên xwe yên tund û rê li ber nerazîbûnan vedike, şensê serketina wî gelekî kêm tê dîtin.