Li gorî anketên li Brîtanyayê şensê Partiya Karker zêde ye

Ji bo hilbijartinên giştî yên li Brîtanya Mezin, partiyên siyasî propagandayên xwe yên dawî dikin. Li gorî anketeke encamên wê hatin aşkerakirin Partiya Karker a li mûxalefetê wê bi rêjeyeke kêm, hilbijartinê qezenç bike.

Ji bo hilbijartinên giştî yên li Brîtanya Mezin ku wê roja Pêncşemê werin lidarxistin, partiyên siyasî propagandayên xwe yên dawî dikin. Li gorî anketeke encamên wê hatin aşkerakirin Partiya Karker a li mûxalefetê wê bi rêjeyeke kêm, hilbijartinê qezenç bike.

Li hin anketên ji bo hilbijartinên giştî Partiya Mûxafazakar (Torîes) a Serokwezîr Davîd Cameron endamê wê ye di rêza yekemîn de ye, li hin anketan jî Partiya Karker (Laboûr) wê bi ser bikeve.

Li gorî anketa dawî ya ji aliyê şîrketa YoûGov ve hat kirin, Laboûrg a bi lîderiya Ed Mîlîband bi rêjeya ji sedî 34'an re di rêza yekemîn de ye. Torîes a bi lîderiya Serokwezîr Davîd Cameron jî bi rêjeya ji sedî 33'an di rêza duyemîn de cih digire.

Rêya Demokratên Lîberal ên hevparê desthilatdariyê ne, di rêjeya ji sedî 8'an de ma. Rêjay Partiya Serxwebûnê ya Yekbûyî (UKIP) ku bi gotinên xwe yên nîjadperestî û dijberiya Ewropayê tê naskirin, derket ji sedî 14'an.

Li gorî anketeke din a ji aliyê şîrketên cuda ve hat kirin, Partiya Karker û Mûxafazakar gelekî nêzî he vin.

'BI ÇEND PÛANÊN JI HEV ZÊDE RE DIBE KU PIRANIYA PARLAMENTERAN BI DEST BIKEVE'

Li Brîtanyayê de ku wê 650 endamên Kamara Avamê werin hilbijartin, di hilbijartinên sala 2010'an de Torîes bi rêjeya ji sedî 36,1 ê dengan re 308 parlamenter, Demokratên Lîberal jî bi rêjeya ji sedî 23'an re 57 kursî bi dest xistibû û tevlî koalîsyonê bûbû.

Laboûr ku ji sala 21997'an het sala 2010'an li ser desthilatdariyê bû, bi rêjeya ji sedî 29'an re258 kursî wergirtibû û ketibû rewşa mûxalefetê.

Di van hilbijartinan de ji ber ku ketina dengên demokratên lîberal û bêbandoriya partiyên din, Patiay Karker an jî mûxafazakar bi çend pûanên ji hev zêde re dikarin bi tena serê xwe bibin desthilatdar. Herî dawî Partiya Karker a bi lîderiya Tony Blaîr di hilbijartinên sala 2005'an de bi rêjeya ji sedî 35,2 ê dengan re ji 650 kursiyan 355 qezenç kiribû.