Li gorî anketan Le Pen û Macron li pêş in

Li Fransayê, ji bo hilbijartina Serokkomariyê tenê 2 meh man. Li gorî anketan, lîdera nîjadperest Marîne Le Pen hê li pêş e.

Li gorî anketa dawî, pêkane namzetê ciwan Emmanûel Macron ji tûra duyemîn re bimîne û ji bo Serokkomariyê bê hilbijartin.

Li gorî anketa Ipsos Sopra Sterîa, ku ji bo rojnameya Le Monde hat amadekirin, Marîne Le Pen wê bi rêjeya ji sedî 25'an a dengan, di tûra destpêkê ya hilbijartina 23'ê Nîsanê de bibe yekemîn. Namzetê tevgera 'En Marche' Emmanûel Macron jî, ku di meha Tebaxê de ji Wezareta Aboriyê îstifa kir, wê bi rêjeya ji sedî 20'an a dengan, ji tûra duyemîn re bimîne.

Tûra duyemîn a hilbijartinê wê di meha Gulanê de pêk were. Tê payîn, Macron di tûra duyemîn de bi dengekî ji yên Le Pen gelekî zêdetir, bi ser bikeve.

Li gorî anketê, namzetê rastgir Françoîs Fîllon, ku derket holê, tevî ku malbata wî nedixebitî jî bi rengekî neheq ji fonên Meclîsê qezenceke neheq dida malbata xwe, wê ji sedî 17,5 ê dengan bistîne. Namzetê Partiya Sosyalîst (PS) a li desthilatdariyê Benoît Hamon jî tê payîn ku ji sedî 14,5 ê dengan bigire. Namzetê çep a radîkal Jean-Lûc Mêlenchon jî li gorî anketê wê ji sedî 12'an ê dengan bistîne.

Lîderê Tevgera Demokrat a Lîberal (Modem) Françoîs Bayroû ku hê biryar nedaye bibe namzet an na, eger bibe namzet tê payîn ji sedî 6 ê dengan bistîne.

Eger Bayroû nebe namzet wê Marîne Le Pen ji sedî 26, Emmanûel Macron jî ji sedî 23 ê dengan werbigirin. Di rewşeke bi vî rengî de wê rêjeya dengê Françoîs Fîllon jî bi pûanekê zêde bibe û bibe ji sedî 18,5.