Li girtîgehên Brezîlyayê di nava 16 rojan de ji 100 zêdetir mirî

Di bûyerên dijwar ên li girtîgeha Alcaçûz a dikeve Bakûrê Brezîlyayê de, herî kêm 26 kes mirin.

Li girtîgeha Alcaçûz a li nêzî bajarê Natal, di nava girtiyan de alozî derket. Rêveberekî herêmî yê ewlekariyê mirina 26 kesan piştrast kir. Diyar kir ku wê bîlanço hê girantir jî bibe.

Polîsan, ji bo ku girtî nerevin girtîgeh dorpêç kirine. Ji bo ku bikevin hundirê girtîgehê heta sibeha roja Yekşemê rawestiyan. Rêveberê girtîgehê diyar kir ku ji ber ku çekên giran di destê girtiyan de ne.

Rêveber destnîşan kir ku ji kesên ku hatine kuştin gelek ji wan bedenên wan hatine parçekirin. Meqamên Brezîlyayê jî diyar kir ku şer di navber 2 komên ku dixwestin kirîn û firotina madeyên hişber kontrol bikin de derketiye.

Ji serê salê ve ji ber bûyerên di girtîgehan de diqewimin ji 100'an zêdetir kes mirine. Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW) diyar kir ku şert û mercên girtîgehên li Brezîlyayê dij mirovatiyê ye.

Li gorî daneyên Wezîrê Edaletê, rêjeya girtiyên li girtîgehan li ser rêjeya ji sedî 167'an re ye. Girtîgeha Alcaçûz a xwedî 60 cihê razanê, hezar û 83 kes tê ragirtin.

Li aliyê din li girtîgeha Cûrîtîba a dikeve başûrê welat roja Yekşemê 26 girtî ji girtîgehê revîbûn. Ev girtiyên revîn bi alîkariya komeke bi çek ku ji 15 kesan pêk dihatin ji girtîgehê reviyane.