Li Fransayê, tifaqên navbera namzetan zelal dibin

Ji bo hilbijartinên Serokkomariya Fransayê 8 hefte man. Tifaqên navbera nazmetan jî zelal dibin.

Piştî ku namzetê Lîberal Françoîs Bayroû tifaqa xwe ya bi yek ji favoriyên hilbijartinê Emmanûel Macron eşkere kir, namzetê ekolojîst Yannîck Jadot jî ragihand, ku ew ji bo xatirê Partiya Sosyalîst xwe ji hilbijartinê vedikişîne.

DESTEKA NAMZETÊ LÎBERAL, DENGÊ MACRON ZÊDE KIR

Ji bo tûra destpêkê ya hilbijartinên Serokkomariyê, ku wê di 23'ê Nîsanê de bê kirin, namzeta herî bi şens hê jî Marîne Le Pen a nîjadperest e. Di gelek anketan de hat destnîşankirin, ku ji bo Wezîrê berê yê Aboriyê Emmanûel Macron wê destekeke zêde bê. Lîderê Tevgera Demokrat (Modem) Françoîs Bayroû ku bi mehan dihat meraqkirin bê wê bibe namzet a na, pêşniyara tifaqê li Macron kiribû.

Ji bo vê pêşniyara ku roja Çarşemê hat kirin, Macron bersiveke erênî da bû. Bi vî awayî, ji dengên Bayroû ku di asta ji sedî 5-6'an xuya dikir, tê payîn ji sedî 3-4 biçe ji Macron re.

NAMZETÊ EKOLOJÎST WÊ DESTEKÊ BIDE NAMZETÊ PARTIYA SOSYALÎST

Yek ji mijarên ku beriya hilbijartinê gelekî dihat meraqkirin ew bû, ku di navbera namzetên çep Jean-Lûc Mêlenchon, Benoît Hamon û Yannîck Jadot de tifaq bê kirin an na. Tê zanîn, Mêlenchon ê xwedî rêjeyek ji sedî 11-13 ê dengan e, ji namzetê Partiya Sosyalîst (PS) a li desthilatdariyê Benoît Hamon bawer nake. Mêlenchon garantî dixwest, ku eger namzetê PS careke din bibe desthilatdar, divê careke din serî li polîtîkayên lîberal nede.

Desteka ji bo Benoît Hamon, duh ji namzetê Partiya Ekolojî ya Ewropayê (EELV) Yannîck Jadot hat. Jadot duh bi daxuyaniyekê ragihand, ku ew ji bo Hamon xwe ji hilbijartinê vedikişîne. Tê payîn ev biryar ji aliyê delegeyên EELV ve bê erêkirin. Lİ gorî anketan, rêjeya dengê Jadot ji sedî 2 ye.

HILBIJARTIN WÊ VÊ GAVÊ DI NAVBERA LE PEN Û MACRON DE DERBAS BIBE

Herî dawî şîrketa IFOP'ê duh anketek kir û li gorî encama vê anketê, Le Pen wê di tûra destpêkê de ji sedî 26,5 ê dengan bi dest bixe û ji tûra duyemîn re bimîne. Emmanûel Macron jî, ku destek ji Françoîs Bayroû girt, wê ji sedî 22,5 ê dengan bistîne. Rêjeya dengê namzetê rastgir Françoîs Fîllon ku navê wî di gelek bûyerên sosret de derbas bû, ji sedî 20,5 ê dengan di tûra destpêkê de werdigire.

Li gorî heman anketê, namzetê PS Benoît Hamon ji sedî 13,5, namzetê çep a radîkal Jean-Lûc Mêlenchon jî ji sedî 11 ê dengan digire.

Di tûra duyemîn de jî tê payîn ku Macron li hemberî Le Pen bi ser bikeve.