Li Fransayê namzetê lîberal Macron û ya rastgira tund Le Pen di tûra 2’emîn de ne

Li Fransayê di hilbijartina îro ya serokkomariyê de namzetê navendî-lîberal Emmanûel Macron û Marîne Le Pena rastgireke tund man ji tûra duyemîn re, namzetê partiya desthilatdariyê jî dengên herî kêm ê dîroka xwe stend.

Jean-Luc Melenchonê ku hêviya çepgiran bû bi 2 pûanan ji tûra duyemîn ma, partiyên rastgir jî ji tûra duyemîn mehrûm dimînin.

Li gorî encamên encamên sindoqan ên şîrketên cihê yên anketan Emmanûel Macronê 39 salî yê ku di navbera salên 2014-2016’an de Wezîrê Aboriyê bû ji sedî 23-24’ê dengan stend û bû yekemîn. Marine Le Pena ku rastgireke tund e jî, bi stendina ji sedî 22’yê dengan ma ji tûra duyemîn re.

Jean-Luc Mélenchon di hilbijartinê de gihişt ji sedî 19,5-20’ê dengan, François Fillon ê ku di meha Adarê de lêpirsîn lê hatibû vekirin jî di navbera ji sedî 19-20’an deng stend.

Benoit Hamon ê ku namzedê Partiya Sosyalîst a li desthilatdariyê ye, li gorî şîrketên cihê dengê wî ji sedî 6-6,5’an de ye. Di hilbijartinê de Nîcolas Dûpont-Aîgnan jî ji sedî 5’ê dengan stend û namzetên din jî di binê ji sedî 1’ê de man.