Li Fransayê, li Dêrê krîza rehîneyan: 3 mirî

Li dêreke nêzî Saînt- Etîenne-du- Rouvray a li nêzî bajarê Rouenê ya Fransayê, di bûyera rehîngirtinê de 3 kes mirin

Ber destê sibehê li dêreka nêzî Saînt- Etîenne-du-Rouvrayê êrîşkarên ku li gel rahip 5 kes rehîn girtibûn, rahibê dêrê yê 84 salî Jacques Hamel kuştin. Di bûyerê de 3 kes hatin birîndarkirin, êrîşkar ji hêla polêsan ve hatin kuştin.

Xebata zelalkirina nasnameyên êrîşkaran didome. Tê lêkolîn  bê ka têkiliyeke êrîşkaran a bi rêxistinekê re heye yan.

Du êrîşkar berê sibehê ji deriyê baxçeyê yê paş ketine hundir, rahib, du rehbik û du kesên ku hatibûn dêrê îbadeta xwe bikin, hatibûne rehînkirin.

Tê gotin, dozgeriya dij-terorê ji bo bûyerê lêkolîn bike hatiye peywirdarkirin. Şik li ser heye ku bûyera ku tê de serê rahib hate jêkirin bi destê çeteyên DAÎŞ’ê yan jî hin komên çete yên Islamî ve hatibin kirin.