Li Fransayê 4 kesên ku plana êrîşê dikirin bi teqemeniyan hatin girtin

Hate ragihandin ku 4 kesên ku li Parîsê, li cihên turîstîk amadekariya êrîşê dikirin bi teqemeniyan hatin girtin.

Hate ragihandin ji hêla Polîsên Şûbeya Dij-Terorîzmê (SDAT) ve li başûrê welêt li bajarê Montpeîller û derdorê operasyon hatiye kirin û 4 kesên ku temenê wan din navbera 16-33’yan de hatine girtin.

Rojnameya Le Fîgaro nûçeya xwe sparte ekîba ku dosyaya lêpirsînê bi rê ve dibir û ragihand, ku guman hene ev kes ‘'ji bo êrîşê ne ketibûn tevgerê', lê hate gotin bi zelalî nayê zanîn bê ka ev kes kengî û li kû derê wê çalakî bikirana.
Televîzyona M6 jî îdîa kir ku van kesan wê li Parîsê êrîş bi ser cihekî turîzmê de bianîna.

Diyar bû ku polîsan li ser kesên ku binçav kirine 70 gram madeyên teqemeniya kîmyewî TATP girtine. Dîsa diyar bû ku li ser van kesan gelek malzemeyên di teqemeniyê de têne bikaranîn ên wekî aseton, ava bi oksîjen, asîda sulfrîk hatine zevtkirin.