Li Fransa rêjeya tevlîbûna hilbijartinê li gorî hilbijartina 2012'an ne

Li Fransayê dengdayîna ji bo hilbijatina serokkomariyê di dome, rêjeya tevlîbûna hilbijartinê mîna hilbijartina sala 2012'an bû û di hat texmînkirin ku kêmtir jî tevlî hilbijartinê bibin.

Li gorî daxuyaniya Wezîrê Karê Derve, rêjeya tevlîbûna hilbijartinê heta saet 17:00'an 69,42 ye. Ev rêje di sala 2012'an de 70,59 bû. Lê belê rêjeya tevlîbûna hilbijartinê heta saetên nîvro li gorî rêjeya 2012'an, 2 xal li pêş bû.

Li cihên bejahî, biçûk, navîn û bajarên mezin wê hilbijartin heta saet 19:00'an berdewam bike. Dengdayîna li bajarên mezin wê heta saet 22:00'an bidome. Di hilbijartina sala 2012'an, de rêjeya giştî ya tevlîbûnê ji sedî 79,48 bû. Tê payîn ku îro rêjeya neçûyina ser sindoqan, di navbera sedî 19 û 20’an de be.

Cara yekem e ku 4 namzet nêzikî hev in ku derbasî tûra 2. bibin. Encamên hilbijartinên îsal wê piştî saet 20:00'an werin eşkerekirin.