Li Fransa berxwedana li dijî hikumetê dewam dikin

Li dijî Qanûna Karkirinê tevî hemû neraziyan jî hikûmeta Partiya Sosyalîs (PS) bên ku bixîne dengdanê er ê kirin,bû sedema ku îro jî li dehan bajaran çalakî hatin lidarxisin.

Çalakiyên li dijî erêkirina qanuna xebatê ku Fransa û welat tevahî bloke kiriye berdewam dikin, hikumet jî paşvenekişandina qanuna alîgirê karsaz bi israre. Elmanya piştgiriya xwe ya ji bo çalaki û grevên dijî qanunê ku li welat berdewam dikin da nîşandan.  

Li dijî Qanûna Karkirinê tevî hemû neraziyan jî hikûmeta Partiya Sosyalîs (PS) bên ku bixîne dengdanê er ê kirin,bu sedeme ku îro jî li dehan bajaran çalakî hatin lidarxisin.

Bi bangawaziya sendikayan di serî de CGT çalakiyên ku tên lidarxistin herî berfireh li Parîsê tên lidarxistin, tê gotin ku tevlîbûn bi deh hezarane. Li Parîsê di destpêka meşê ku mûdaxelekirina polîsan bal kişand. Di çalakiyê de hinek komên rûyên wan girtî li derdorê gelek dikan jî tehrîb kirin. 

Li bajarê Lyon a ku li welat bajarê herî mezin a duyemîne çalakvanan boye avêtin polîsan û bertekên xwe nîşan dan. 

Hat diyarkirin ku li bajarê Amjens jî Endamên CGT a ku li qada stesyonê kom bûn gelek lastîk şewitandin. Bi hezaran çalakvanên ku li nêzî Lîmoges kom bûn derketin ser rê û rêya A20 jî bloke kirin. 

Hat ragihandin ku greva li bajarê Le Havre li refînera petrolek hatibu destpêkirin ji dûh şev û şîn de bidawî bû. 
Phîlîppe Martînez ku di derbarê çalakiyan de axivî, diyarkirin ku hikumet êdî ‘zêdehiyê’ temsîl nake. 

Di çalakiyên li Fransa de piştgiriyek jî, ji Elmanya hat. Hevserokê Partiya Çep a Elmanya (Die Linke) Sahra Wagenknecht da diyarkirin ku ew jî piştgirî didin wan. 

HIKUMET DI GAV NEAVTÊTINÊ DE BI ISRARE

Rexmê bertekên bi milyonan ji Serokkomar François Hollande û Serokkomar Manuel Valls daxuyaniyên ky hê zêdetir bertekan bidin nîşandan didin. Serokkomar Valls, sendikayan li ser bûyerên şîddetên ku tên jiyankirin rexne kir, got ‘sendîkayi ne terorîzme’. Valls da zanîn ku bi ti awayî ew vê qanunê paşve nakişînin û bi vî awayî li hember daxwaza milyonan helwest danî.

Li aliyê din grevên ku tên kirin, ji ber sedemên blokajan û xwepêşandanan xemgîniya gelê Fransa jî li hember helwesta hikumetê derketiye asta herî jor. Di anketên ku dawî de ji sê beşên Fransiziyan du beş dixwazin ev qanûna xebitînê were paşde kirşandin