Li Endonezyayê erdherj: Ji 100 zêdetir mirî

Di erdhejê de ku li gireva Sûmatra ya Endonezyayê pêk hat, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didome, hat diyarkirin ku heta niha ji 100 zêdetir kes jiyana xwe ji dest dane.

Piştî erdheja bi pileya 6,5 a li nêzî bajarê Sîglî ya li herêma Aceh a dikeve Bakurê Sûmatra pêk hat û şûn de xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin. Hat diyarkirin ku erdhej 8 km di bin kûrahiya erdê de pêk hatiye.

Berdevkê Buroya Karasata Navnetewî ya Endonezyayê Û»rwo Nûgroho diyar kir ku hetan iha 97 kesan jiyan xwe ji dest daye û bi sedan kes jî birîndar bûne. Nûgroho destnîşan kir ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi leztir kirine ku jimara miriyan kêmtir bikin.

Serokê dewletê Joko Wîdodo jî anî ziman ku tîmên lezgîn ê rizgarkirinê şandine herêma Acehê.

Li Acehê di encama erdheja sala 2004’an di pileya 9,3’an de pêk hat û şûn de, lêhî rabiribû û nêzî 250 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabû.