Li Elmanyayê nîqaşên li ser Agenda-2010 dewam dikin

Piştî ku namzetê Serokwezaretiyê yê SPD'ê Martîn Schûlz mijara Agenda-2010 xist rojevê, partiyên din ên siyasî jî tevlî vê nîqaşê bûn.

Dîe Lînke dixwaze Agenda-2010 bi temamî ji holê were rakirin. 

Martîn Schûlz, li dijî qanûna ku alîkariya bêkariyê tenê 12 mehan dide û peymana kar a heta wextekê derdikeve. Tevî vê yekê, soza 'reforma' di Agenda-2010'an de dide, ku ji aliyê Serokwezîrê berê yê SPD'yî Gerhard Schroder ve hat anîn.

MERKEL Û CSU WÊ DI AGENDA-2010'AN DE TAWÎZÊ NEDIN

Li dijî vê soza Schûlz, lîderê Partiya Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) Angela Merkel, ku ji sala 2005'an û vir ve Serokwezîr e, da xuyakirin ku ew ê ji Agenda-2010'an tawîzê nede. Merkel îdîa kir, ku reformên ji aliyê Schroder ve di sala 2003'an de hat kirin û partiya wê jî destek da wan, 'gelekî feydeya xwe li Elmanyayê heye'.

Partiya Yekîtiya Civakî ya Xiristiyan (CSU) ku weke partiya xwişka CDU tê dîtin, ragihand ku ew jî li dijî reforma li Agenda-2010'an e. Wezîrê Maliyeyê yê Bavyera ye Markûs Soder, ji rojnameya Welt am Sonntag re axivî û îdîa kir, ku 'Agenda-2010 serketineke mezin e'.

Di dema desthilatdariya SPD'ê de ku reforma Agenda-2010 ket meriyetê, hevkarê wê demê yê koalîsyonê Partiya Keskan jî digot, dayîna alîkariya bêkariyê ji bo demeke dirêj 'şaş' e. Hevseroka Partiya Keskan Katrîn Gorîng-Eckardt ragihand, ku divê ew giraniyê bidin ser pirsgirêkên mirovên ji bo demeke kurt dixebitin, karkerên xwedî derfetên kêm û pirsgirêkên jinan ên xwedî hatineyeke kêm. Gorîng da xuyakirin, ku ev xebatkar dema bêkar dimînin, alîkariya herî kêm 'Alîkariya Bêkariyê II (Hartz-IV) distînin.

PARTIYA ÇEP DIXWAZE BI TEMAMÎ WERE RAKIRIN

Partiya Çep (Dîe Lînke) ku mûxalefeta çep temsîl dike da xuyakirin, ku ew li dijî pêkanînên li ser mirovên alîkariya Hartz-IV digirin tê ferzkirin e. Li dij derdikeve, ku dema ev mirov nikaribin kar peyda bikin, pereyê wan tê birîn. Kîppîng da xuaykirin, ku divê hemû qanûnên Agenda-2010 bên rakirin û got, "Divê Agenda-2010 were rakirin. Û ev yek jî derhal bê kirin."

BI MÎLYONAN KARKER MEXDÛR KIR

Nayê zanîn, bê namzetê SPD'ê Martîn Schûlz Reformên Agenda-2010'an biguherîne. Lê belê vê reformê mafên bi mîlyonan karkeran ji destê wan girtibû. Alîkariya teqawîtan, bêkariyê û civakî kêm kir û sekinadina muçeyên kesên di salên 2010'an de xebitîn, bi mîlyonan teqawît tengav kiribû.

Heta sala 2015'an dema bicihanîna muçeyê kêmtirîn, li Elmanyayê herî kêm 8 mîlyon mirov bi muçeyekî kêm dixebitî. Tevî mezinbûna aboriyê ya bi rêk û pêk, şampiyoniya îxracatê li cîhanê û kêmbûna rêjeya bêkariyê jî, ji sedî 16 ê nifûsa vî welatê xizan e. Ev yek jî weke yek ji encamên Agenda-2010 tê dîtin.

Li gorî anketên dawî, di hilbijartinên giştî yên 24'ê Îlonê de SPD û CDU/CSU di navbera ji sedî 31-33'an de dengan digirin.