Li Elmanyayê li dijî 54 navnîşanên DAIŞ'ê operasyon

Polîsên Elman, li dijî hûcreyên DAIŞ'ê yên dikevin rojavayê welat de bi ser zêdeyî 50'î navnîşanên DAIŞ'ê de girtin.

Li gorî daxuyaniya dozgeriya Frankfûrtê li eyaleta Hessen bi ser 54 avahî, mizgeft û lokal hatine girtin.

Cihên ku hatine serdegirtin nêzikî Frankfûrtê ye. Her wiha dozgeriyê diyar kir ku li endamekî DAIŞ'ê yê herêmî jî digerin.

Di operasyonê de kesê hatî girtin 36 saliye û welatiyê Tunûsê ye.Hat ragihandin ku xwe ji bo êrîşekê li Elmanyayê li dar bixe, amadekarî dikir.

Di operasyonê de ku serê vê sibehê destpêkirî, zêdetir hezar polîs beşdar bûne. Wezîrê Karê Hundir ê eyaleta Hessenê diyar kir ku hûcreya ku wê çalakî pêk bianiya hatiye rûxandin.

Li bajarê Berlînê, şeva Sêşemê 3 kesên di temenên 21, 31 û 45'ê de ku xwe amade dikrin ku ‘biçin cihên şer’ hatin binçavkirin.

Hat diyarkirin ku ev her 3 kesên ku hatîn binçavkirin, bi sûcdarê êrişa Berlînê Anis Amirî re hatine cem hev, gelek caran çûne mizgeftên selefiyan jî.

Anis Amirî di 19'ê Kanûnê de li dijî bazara Noel a Berlînê, bi kamyonekî êriş pêkanîbû.

Dozgeriya Hessenê jî daxuayniyek da, li gorî dozgeriyê sûcdarê Tûnûsî hem di plansaz û hem jî di pêkanîna çalakiya 18’yê Adara 2015’an a li dijî Muzeya Bardo ya Tûnûsê de cih girtiye. Hat diyarkirin ku heman kes di Adara 2016’an de jî di êrîşa li dijî Ben Gûerdan ê ku dikeve sînorê Lîbyaya cih girt.