Li dijî biryar Meclîsa Elman a 2'ê Hezîrana 2016'an, kesekî bi navê Ramazan Akbaş bi rêya parêzerê xwe serlêdan kir û li dijî vê biryarê derket. Ev serlêdan nehat qebûlkirin. Li gorî daxuyaniya Akbaş a ji bo medya Tirk, Dadgeha Destûra Bingehîn a Elman, ti delîl nîne ku biryara naskirina qirkirinê mafên wî binpê dike.
Hat ragihandin, biryara Dadgeha Destûra Bingehîn gihîştiye vî kesî û hat îdîakirin, ku Akbaş wê biryarê bibe ber destê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê.
Li dijî biryara Meclîsa Elman a naskirina Qirkirina Ermeniyan, 8 kesên din serlêdan kirin. Tê gotin, şensê ti ji van serlêdanan nîne ku bê qebûlkirin.