Li Elmanyayê çetê ku dixwast ‘Êrîşekî bombeyî’ pêk bîne hate girtin
Li Elmanyayê eyaleta Nîedersachsenê çetê ku dixwast li dijî polîs û leşkeran ‘Êrîşekî bombeyî’ pêk bîne hate girtin.
Li Elmanyayê eyaleta Nîedersachsenê çetê ku dixwast li dijî polîs û leşkeran ‘Êrîşekî bombeyî’ pêk bîne hate girtin.
Li gorî agahiyên polîsên bajarê Gottîngenê, di lêgerîna malekê de asetonperoksîd û hine maddeyên kîmyewî hatine desteserkirin. Di lêgerînê de hinek alavên elektronîk ê ku di teqemeniyê de tê karanîn hatine bidestxistin.
Hat ragihandin ku çetê ku dixwast êrîşê polîs û leşkera bike ji duh ve binçavkiriye, ji hêla Dozgeriya Cellê ve bi daxwaza girtinê sewqê dadgehê hatiye kirin. Dadgeh biryar pêk anî.
Li Elmanyayê bajarê Gottîngenê herî dawî 2 welatiyên Cezayîrî û Nîjeryayê bi hinceta êrîşa terorî hatine girtin. Ji ber sedemên kêmbûna delîlan ev d2 kes hatin dersînorkirin. Lê hat ragihandin ku ji ber îtîrazê, dersînorkirina van kesan hatiye sekinandin.