Li Elmanyayê bi wesayitê êrîş: 3 kes birîndar bûne

Li bajarê Heîdelberg a Elmanyayê, bi wesayîtekê êrîşî kesên derdor hatin kirin, 3 kes birîndarbûn, ajokarê wesayîtê ji aliyê polîsan ve bi giranî hate birîndarkirin.

Di navenda bajêr de kesekî wesayîtê bir ser kesên derdor ve ajot, 1 jê giran 3 kes birîndar bûn. Hat diyarkirin ku piştre ajokar ji wesayîtê dihêle û direve. Dema ku êrîşkar direve di destê wî de kêr heye, êrîşar bi qasî 150 metreyan dikare bireve, piştre jî ji aliyê polîsan ve bi giranî tê birîndarkirin û radikin nexweşxaneyê.

Heta niha nehatiye zanîn ku êrîş êrîşekî teroriye yan na.

Li Berlîna paytexta Elmanyayê di meha Çileyê de endamekî DAÎŞ’ê êrîşê Pazara Noelê kiribû 12 kes mirîbûn. 50 kes jî birîndarbibûn, êrîşkarê bi navê Anîs Amrî jî li nêzê bajarê Mîlano ya Îtalyayê di êrîşa nukteya polîsan de hate kuştin.

Li aliyê din li Elmanyayê ji ber pîrozbahiyê karnavalê tedbîrên ewlekariyê hatine zêdekirin.