Li Elmanya piştî grêvên hişyarîdayinê bi sendîkayên camewerî re lihevkirin

Li Elmanya bi saziyên cameweriyê yên 16 eyaletan re têkilarî mafê 1 milyon xebatkar di muzakereyan de lihevkirinek çêbû.

Li Elmanya ku di nav heftiyê de grêvên hişyarîdayinê çêbûbûn, di muzakereyan de lihevkirinek çêbû ku ev lihevkirin bi sed hezaran kesên di saziyên perwerdehiyê de têkildar dike.

Serokê Darayî yê Eyaleta Nîdersachsen Peter Jurgen Schneîder û Serokê sendîkaya Verdî Frank Bsîsrske têkildarî muzakereyan daxuyanî dan û gotin, li gorî lihevkirinê îsa wê sedî 2 zemê bidin xebatkarên cameweriyê.

Biryar hate dayin ku ji 1’ê Çile ê 2018’an ve wê sedî 2,35 zem bidin, û ev zem wê herî pir 75 euro bin.

Li hev kirin ku ji bo ciwanên ku perwerdehiya pîşeyî dibîninin di du qonaxan de wê 70 euro zem bidin, salê jî 29 rojan mafê betlaneyê bidin.
Vê heftiyê gelek xebatkarên cameweriyê grêvên hişyariyê kiribûn û bandora xwe nîşan dabûn.
Sendîkayên Verdî, dbb, GEW beriya muzakereyên bi hikûmetên eyaletê re, ji bo du salên pêş me sedî 6 zem dixwestin.