Di bersiva pêşnûmeya de ku ji hêla Wezareta Karê Hundir û Koma Meclîsê ya Partiya Kesk a Federal ve hatibû dayin, diyar bû ku ji destpêka vê salê ve 507 çalakiyê bi dijminatiya biyaniyan pêk hatine. Di heman demê de diyar bû ku êrîşên nîjatperest û bi motîvasyona siyasî ya bi ser penaberan de ji 800’î zêdetir in.
Li gorî bersvia Wezareta Karê Hundir di 78 çalakiyan de bi ser wargehên penaberan de şewat hatine derxistin.
Lê li gel van hemû sûcan jî li Elmanya hijmara çalakiyên ku weke nîjatperest, Neonazî hatin pênasekirin tenê 20 in. Endamê Keskan Îrene Mîhalî diyar kir ku diyarkirina tenê 20’an rexne kir.
Mîhalîc diyar kir di navbera sûcan de û nîjatperestên ku ketine ber şopandinê de ferqeke pir mezin heye.