Li Efxanîstanê êrîş bi ser baregehê de; bi dehan leşker hatin kuştin

Li Efxanîstanê, li bakurê wê yê Balkhayê Talîbanan bi ser leşkeran de êrîşek anî, bi dehan leşker û sivîl jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyaniya artêşa Efxanîstanê de tê gotin Talîbanan de êrîşeke giran bi ser baregeheke leşkerî de ya li paytexta bajarê Balkhayê, Goristana Şerîf de anîne.

Li gorî daxuyaniya artêşa Talîbanan bi bombeyê xwekujê  re bi hevdemî êrîş anîne, lê têkildarî hijmara leşkerên kuştî agahiyên cuda têne dayin. Li gorî endamekî meclîsa bajêr 66 leşker hatine kuştin, 74 jê birîndar bûne.

Diyar bû ku Talîbanan di dema êrîşê de cil û bergên leşkerî yên artêşa Efxan li xwe kirine, wesayitên wa bi kar anîne, di êrîşê de 6 kes hebûne.

Êrîş nîvro, bi ser navendeke kolourduyekê de nêzî Goristana Şerîf e ku yekîneyên leşkerî yê Elman nêzî wê ne.