Li Efganistanê lêhî rabû: Bi kêmanî 40 kes mirin, 150 kes jî winda ne

Ji ber barana zêde li parêzgeha Nûristan a dikeve bakurê rojhilat a Efganistanê lêhî rabû, bi kêmanî 40 kes mirin, 150 kes jî winda bûne.

Serokê Meclîsa Bajar Saîdûllah Nuristanî ragihand ku li navçeya Kamdeş ji ber lêhiya şeva 28’ê Tîrmehê 40 kes jiyana xwe ji dest dane. Nuristanî anî ziman ku 150 kes jî winda ne, 80 mal jî hilweşiyane.

Kamdeş 200 kêlometre dûrî paytext  abîlê ye û dikeve bakurê rojhilatê paytextê.

Berdevkê Nuristanê Saîd Momand ragihand ku ji ber lêhiyê nêzî 60 kes jiyana xwe ji dest dane.

Hate ragihandin ku herêma lêhî lê rabûye, qadeke ji bo ketinê zehmet e. Ev cûre karesat piranî li herên welatiyên hejar ên welat lê dijîn pêk tên. Li herêmên metirsîdar jî avahî ne pir saxlem in.

Li welat salê ji ber bi dehan bûyerên wiha mirov jiyana xwe ji dest dide. Tebaxa 2020’ê li bajarê Şarikar a parêzgeha Pervan nêzî 100 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.

Piştî karesatê xebatên rizgarkirin û gihandinê, li vî weletê nêzî 40 sal in şer lê heye,  ji ber kêmaniyên rizgarî û dîsa binesaziyên xebat direng dikevin.