Li Efganistanê êrîşa bombeyî: Herî kêm 7 kes mirin

Li bajarê Mezar-i Şerîf ê li bakurê Efganistanê, li hemberî xebatkarên şîrketeke petrolê êrîşek hate kirin. Herî kêm 7 kes mirin.

Êrîş roja Sêşemê hate kirin. Rayedarên polîsên eyaleta Belhê diyar kirin ku li hemberî otobuseke ku xebatkarên şîrketeke petrolê tê de bûn êrîşeke bombeyî hatiye kirin.

Hate ragihandin ku xebatkarên şîrketa Haîratan Petrolûm dema diçûn buroyên xwe, bombeya li kêleka rê haibû bicihkirin teqiya. Di encamê de 7 kes mirin, 6 kes jî birîndar bûn.

Talîban dibêje ku ji Tebaxa 2021'ê dema hatine ser desthilatdariyê û vir ve rewşa ewlekariyê ya li welêt baş kirine, lê belê tevî vê yekê jî gelek caran êrîşên bombeyî hatin kirin.

Bi giranî baskê Efganistanê yê DAÎŞ'ê berpirsyariya êrîşan li xwe digire. Herî dawî 30'ê Mijdarê li bajarê Aybakê yê li bakurê welêt, di êrîşekê de ya ku li dijî dibistaneke quranê hate kirin, 19 kes miribûn û 24 kes jî birîndar bûbûn. Piraniya qurbaniyan jî xwendekar bûn.