Li DYA yekemcar wêneyê jineke reşik li ser zêr tê xistin

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), yekemcar wêneyê jineke reşik li ser pereyekî zêr tê xisitn.

Li gorî daxuyaniya saziya bi navê US Mint ku ji çapkirina pereyê hesin ê Amerîkayê berpirsyar e, li ser pereyê zêr 'Lady Lîberty' ku hêjayî 100 dolarî, yekemcar wêneyê jineke reşik tê bicihkirin.

Ev pereyê zêr wê bi wesîleya 225 salvegera amadekirina pereyê zêr ê hesin ê DYA bê çapkirin. Li aliyekî vî pereyî wê nivîsa 'In God We Trust (Em ji Xwedê bawer dikin)' bê nivîsandin û wêneyê jinek reşik ku azadiyê nîşan dide, bê bicihkirin.

Li rûyê din ê vî pereyê zêr jî wê fîgurê teyr ku sembola DYA ye û nivîsa bi zimanê latînî 'E pluribus unum (Ji piraniyê ber bi yekîtiyê ve' bê nivîsandin.

Maliyeya DYA di Nîsana bihurî de bi daxuyaniyekê ragihandibû, wê wêneyê Harrîet Tûbman ku yek ji sembolên têkoşîna li dijî koledariyê ye, li ser pereyê kaxiz ê 20 dolarî bê bicihkirin. Tûbman ku di navbera salên 1822 û 1913'an de jiya, piştî demeke koledariya xwe, bû yek ji pêşengên têkoşîna li dijî koledariyê.