Li DYA bi hezaran kesî ji Trûmp xwestin ku baca dide eşkere bike

Bi hezaran kesên li gelek bajarên DYA çalakiyên protestoyî lidar xistin, ji Serokê DYA Donald Trûmp xwestin, ku baca dide eşkere bike.

Bi hezaran kes beşdarî meşa li Washîngtonê bûn. Girseya gel dema di ber Trûmp Hotel de derbas bû dirûşma "Şerm bike" qîriya.

Çalakgeran pankarta bi nivîsa "Tu çi vedişêre" vekirin û bal kişandin ser peymanên navbera Trûmp û Rûsyayê.

Meşa li bajarê New Yorkê jî bi beşdariya bi hezaran kesî pêk hat. Li Phîladelphîe, Boston, Seattle, San Fransîsco, Los Angeles û li dehan bajarên din bi heman armancê meş hatin organîzekirin.

Li Berkeleyê jî 15 kes hatin binçavkirin.

Çalakiyên protestoyî, beriya 18'ê Nîsanê roja beyana bacê, bi rengekî sembolîk hate kirin.