Li dûvstêrkê glîsîn û fosfor hatin dîtin

Maşîneya fezayî Rosetta ya ji aliyê Ajansa Fezayê ya Ewropayê (ESA) ve hat şandin û li dora dûvstêrka 67P/Churyumov-Gerasimenko lêkolînan dike, dane û agahiyên balkêş bi dest xist.

Li vê dûvstêrkê amînoasîtên bi navê glîsîn û fosfor hat dîtin. Li gorî vê encamê, hat destnîşankirin ku pêkan e molekulên jiyanî yên li cîhana me, bi rêya dûvstêrkan gihaştine ser rûyê erdê.

Di encama lêkolînan de, di nava gazên li dora Rosetta, cûreyekî apolar amînoasît a bi navê glîsîn hat dîtin. Glîsîn, tevî cûreyê gelek proteînan, weke pêkhateya bingehîn a fosforê tê naskirin.

Şopa glîsînê ya li dora dûvstêrkê, yekemcar di Cotmeha 2014'an de piştî ku maşîneya fezayî Philae xwe danî ser dûvstêrkê hatibû tespîtkirin. Hat ragihandin, tespîta vê dawiyê, ji agahiyên beriya niha hatine bidestxistin, zelaltir e.

Ji rêveberên vê lêkolîna li kovara Scîence Advances hat weşandin Herve Cottîn ev zelalbûn bi daneyên di sala 2015'an de hatin bidestxistin re, sabît bûye.

Her çend maşîneya fezayî Rosetta vê gavê li dûvstêrka bi navê 67P/Churyumov-Gerasimenko amînoasîta bi navê glîsîn dîtibe jî, tê texmînkirin ku li vê dûvstêrkê cûreyên din ên asîtê jî hebin. Lê belê, ji ber ku pêkhateyên cûreyên din ên asîtê hîn bêhtir tevlîhev in, tespîtkirina wan zehmettir e.

Hat ragihandin, maşîneya fezayî ya ESA'yê, tevî glîsînê, fosfor a bi rengê atomê li ser vê dûvstêrkê tespît kiriye.

Tê texmînkirin, piştî teqîna dûvstêrkan, parçeyên van dûvstêrkan belav bûne û fosfor û amînoasîtên tevî van parçeyan li nava okyanûsan belav bûne, rê li ber jiyanê vekirine.