Li dijî Ûkrayna, Lûgansk û Donetskê êrîşên hemwext

Artêşa Ûkrayna û hêzên paramîlîter, bi çekên giran êrîşî komarên gel ên Donetsk û Lûganskê kirin. Li Donetskê daristan şewitîn.

Artêşa Ûkrayna û hêzên paramîlîter, bi çekên giran êrîşî komarên gel ên Donetsk û Lûganskê kirin. Li Donetskê daristan şewitîn.

Artêşa Ûkrayna û hêzên Neo-Nazî yên paramîlîter îro danê sibehê û duh êvarî bi top û hewanan êrîşî komarên gel ên Donetsk û Lûganskê kirin. Wezareta Parastinê ya Komara Gel a Lûganskê têkîldarî mijarê daxuyanî da, got: “Artêşa Ûkrayna û Naziyên girêdayî wê, di êrîşên li dijî Logvînovo, Kalînovka û Lozovoye de tank û wesayîtên zirxî yên şer bi kar anîn. Ji bilî topbaran tankan a şev û roj, topên hewanê yên 120 û 82 hatin bikaranîn. Çeperên li Lûganska û Bogûslavska bûn hedef.” Wezareta Parastinê ya LHC’ê diyar kir ku di êrîşan de kuştiyên wan nînin.

LI DIJÎ GELEK JIYANGEHÊN DONETSKÊ ÊRÎŞÊN HEMWEXT

Rayedarên ewlehiyê yên Komara Gel a Donetskê ragihandin ku di êrîşên ji duh êvarî destpê kirin de bajarokê Dukuchayevsk ê 20 kîlometreyan dûrî navenda bajarê Donetskê, karxaneya komirê û santrala enerjiyê kirine hedef. Li qada karxaneyê şewat derket, têkîldarî mirî û birîndaran agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Wezareta Parastinê ya Komara Gel a Donetskê jî destnîşan kir ku di êrîşên ji duh êvarî ve komên paramîlîter ên girêdayî Ûkraynayê li ser  bajarokê Dukuchayevsk û herêma karxaneyê 230 topên obusê barandine.

Li gor agahiyên dawî yên ji herêma şer, di dij êrîşa hêzên herêma Donbassê de 3 leşkerên Ûkraynayê hatin kuştin, 7 jî birîndar bûn.