Li Deryaya Spî di nava 3 rojên dawî de 2 hezar û 600 koçber hatin rizgarkirin

Keştiyên girêdayî Îtalya û Îngîlîstanê di nava 3 rojên dawî de li Deryaya Spî nêzî 2 hezar û 600 koçber rizgarkirin.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Fermandariya Ewlekariya Peravê ya Îtalayê ve hate dayîn, keştiyên girêdayî Îtalya û Îngîlîstanê di nava 13 keştiyan de nêzî 2 hezar û 600 koçber hatin rizgarkirin.

Koçber birin navendên komkirinê yên li Îtalyayê di ber kontrola tenduristiyê re derbas kirin.

Li ser vê xeta ji Libya li ser Derya Spîre derbasî Îtalyayê bibin, sala borî ji 5 hezar koçberan zêdetir di avê de jiyana xwe ji dest dan.

Gelek rêxistinê civaka sivîl îdîa dikin ku mirinên koçberan a di Derya Spî hê zêdetire.