Li Derya Spî dîsa dirama koçberan: Bi dehan kes windane

Piştî drama koçberan a duh di navbera Îtalya û Lîbyayê de, îro jî keştiya ku koçber têde bûn noqî avê bû. Yekîneyên ewlekariya Îtalyayê diyar kirin ku nêzî 90 koçber rizgar kirin.

Hat ragihandin ku li peravên 50 km nêzî bajarê Zûware a Lîbyayê keştiyekî koçber têde  bûn noqî avê bûye, dinavbera 50 û 90 kes hatine rizgar kirin. Li gorî agahiyên EÛNAVFOR MED a Mîsyona YE'yê   li Derya Spî  jimara koçberên hatine rizgarkirin 50 kes in, yekîneyên ewlekariya peravên Îtalayayê jî eşkere kirin ku nêzî 90 koçber hatine rizgarkirin.
Hat diyarkirin ku tê payîn jimara koçberên di keştiyê de 100 kes in, lê jimar bi awayekî zelal nayê zanîn. Li gorî nûçeya Anas ji koçberên noqî avê bûne dinavbera 20 û 30 koçber nehatine rizgarkirin.