Li dehan bajarên Rojhilatê Kurdistanê Greva Giştî didome

Roja Duşemê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê greva giştî dest pê kir. Greva giştî di roja 2’an de li gelek bajaran didome.

Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya dijî qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî bê navber dewam dike. Roja Duşemê li seranserê bajarên Rojhilatê Kurdistanê û beşek ji bajarên Îranê greva giştî dest pê kir.

Duh di serî de li bajarên Rojhilatê Kurdistanê Urmiye, Mihabad, Bokan, Serdeşt, Pîranşar, Şino, Seqiz, Bane, Dîwander, Kamyaran, Dêwlan, Firwe, Merîwan, Pawe, Rewanser, Ciwanro, Selasî Bawecan, Kirmaşan, Îlam û herî kêm 29 bajaran dikandaran dikanên xwe girtin. 

Êvarê jî li kolanan agir pêxistin û çalakiyên şermezarkirinê lidarxistin. 

Li bajarê Sine xwendekarên jin laçikên serê xwe şewitandin û bê navber li dijî desthilatdariya Îranê nerazîbûn nîşan dan. Li Goristana Beheşt a Mihemed a Sineyê jî merasîma çileya Mihemed Şerîet pêk hat ku di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest da bû.

Li bajarê Dêwlan jî xwendekar bi dirûşmeya 'Jin, Jiyan, Azadî' meşiyan. 

Duh bi şev li Sine, Kirmaşan, Seqiz, Ciwanro û gelek herêmên din yên Rojhilatê Kurdistanê ciwan daketin qadan, li ser rêyan agir pêxistin û rê li trafîkan girtin.

Li ser bajarên Îranê Tahran, Esfehan, Kirman, Faris, Merkezî, Hemdn, Buşer û gelek bajarên din dikandaran dikanên xwe venekirin û tevlî grevê bûn.

Bi şev li Tahran û bajarên Meşhed, Zencan, Erak, Esfehan gelek kes daketin qadan û çalakî lidarxistin. Tê payîn greva giştî ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê îro û sibe jî dewam bike.