Li Çînê karesata teqemeniya îllegal: Gelek mirî hene

Li bajarê Yûlîn ê girêdayî eyaleta Shaanxî ya Komara Gel a Çînê, ji ber teqîna di depoya teqemeniyekê de herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, nêzî sed kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya Şaredariya Yûlînê de hat gotin ku piştî teqîna li xaniyekî ku teqemeniyên îllegal lê bûn, 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, 94 kes jî sewqî nexweşxaneyan hatin kirin.

Di nûçeya Xînhûa de jî ku ajansa fermî ya nûçeyan e, hate destnîşankirin ku ji ber teqînê nexweşxaneyek nêz bi awayekî cîdî bandor bûye.

Hate ragihandin ku li herêma teqînê xebatên lêgerînê dewam dike, li gor şêniyan jî madeyên îllegal ên teqemeniyê yên li şantiyeyê hatine bicihkirin bûye sedema teqînê.

Li Çûnê ku teqînên karxaneyan zêde çêdibin, sala 2015’an jî ji ber madeyên kîmyewî teqiyabûn herî kêm 165 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.