Li Brezîlyayê ku bi mîlyonan kes bê zevî ne, ji biyaniyan re zeviyê çandiniyê tê dayîn

Serokdewletê Brezîlyayê Mîchel Temer ê ji eniya rastgiriya navendî, wê zeviyên çandiniyê ku ji xwe bi giranî di destê şîrketên mezin de ne, hê bêhtir bide talankirin.

Li Brezîlyayê, piştî ku rêveberiya sosyalîst a bi pêşengiya Dîlma Roûsseff bi rêya dadgeriyê ji wezîfeyê hat kirin, Mîchel Temer ê rastgir bû serokdewlet. Temer zeviyên çandiniyê ku yek ji girîngtirîn çavkaniyên debarê yên vî welatî ne, pêşkêşî sermayeya biyanî dike. Li Brezîlyayê bi zeviyekî çandiniyê bi destê bi mîlyonan cotkaran nakeve.

Li gorî agahiyên ji aliyê medya Brezîlyayê ve hatin weşandin, Temer wê pêşnûmeyekê bişîne ji Kongreyê re û biyaniyên li vî welatî wê bi rêya vê pêşnûmeyê karibin ji sedî sed bibin xwedî zeviyên çandiniyê. Bi vî rengî wê êdî ne şert be, ku şîrketên biyanî ji bo çandiniyê neçar bimînin şirîkekî xwecihî bibînin.

Ev pêşnûmeya Temer ê nehatiye eşkerekirin. Lê tê gotin, di vê pêşnûmeyê de weke şert tê gotin, divê biyanî beşeke biçûk a zeviyên kirî ne, ku ev dibe ji sedî 10, li gundiyên bê zevî belav bikin.

Li Brezîlyayê ku erdê wê 8,5 mîlyon çargoşeyî berfireh e, bi qasî nîvê zeviyên çandiniyê di destê hin şîrketan de ye. Li vî welatê ku nifûsa xwe zêdeyî 200 mîlyonî ye, her sal 90 hezar cotkar, ji ber nebûna zeviyekî têrker ji bo çandiniyê, dest ji hilberînê berdidin.

Li gorî agahiyan, bi rêya vê pêşnûmeya Mîchel Temer, para şîrketên biyanî ya di nava şîrketên rêyên hewayî yên welêt de, ku ji sedî 20 e, wê bê zêdekirin.