Li blogvanên li Elmanyayê lêpirsîna 'xiyaneta li welêt'

Li Elmanyayê, bi hinceta 'sirên dewletê' weşandiye, der heqê rêveberên bloga înternetê Netzpolitik de lêpirsîn hat vekirin. Rêveberên blogê wê ji 'xiyaneta li welêt' bên darizandin.

Li Elmanyayê, bi hinceta 'sirên dewletê' weşandiye, der heqê rêveberên bloga înternetê Netzpolitik de lêpirsîn hat vekirin. Rêveberên blogê wê ji 'xiyaneta li welêt' bên darizandin.

Markûs Beckedahl û Andre Meîster yên di bloga xwe ya Netzpolitik.org de belgeyên Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn (BfV) weşandin, ketin ber lêpirsînê. Tevî her du rojnamevanan wê der barê 'kesên nayên zanîn' ên belgeyên dewletê dane wan de, lêpirsîn bê meşandin.

Hat ragihandin ku dozgeriyê lêpirsîn li ser giliyên ji aliyê BfV ve hatin kirin, da destpêkirin.

Rojnamevanan, nivîsa ku Dozgeriya Giştî ya Federal ji wan re şandiye, di bloga xwe de parve kirin. Meîster û Beckedahl der barê lêpirsîna der heqê wan de hatiye vekirin gotin, "Em ne weke şahid, tevî çavkaniya xwe ya belge daye re weke hevkarên sûc tên lêpirsîn." Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dozgerî bi vekirina lêpirsînê re dixwaze 'çavê wan bitirsîne' û hat destnîşankirin ku bi vê yekê re derb li azadiya çapemeniyê tê xistin.

Her du rojnamevan ji ber du nivîsên di mehên Sibat û Nîsanê de li bloga xwe weşandin, ketin ber lêpirsînê. Di nivîsên fermî de, agahiyên li ser planên BfV ên lêkolînkirna daneyên înternetê û ekîbeke ji bo vî karî di nava BfV de hatiye avakirin, hatin weşandin.