Feb 23, 2017

Li Bexdayê teqîn: 13 mirî, 50 birîndar

Li herêmeke Şîa ya li rojhilatê paytexta Iraq Bexdayê, bi wesayîteke bombebarkirî êrîşek hat kirin.

Sunday, January 8, 2017 9:14 AM
BEXDA - ANF

Li Bexdayê, bi wesayîteke bombebarkirî êrîşek hat kirin. Teqîn li sûka herêmeke li rojhilatê bajêr pêk hat, ku piraniya şêniyên wê Şîa ye.

Li gorî  agahiyên destpêkê, herî kêm 13 kesî jiyana xwe ji dest dan, 50 kes jî birîndar bûn.

Li Bexdayê duh jî du teqînên cuda rû da bûn û 4 kes miribûn, bi dehan kes jî birîndar bû bûn.