NÛ BÛ

Li Bexdayê pirên ku diçin Herêma Kesk tên girtin

Bi banga Serokê Şîe, Mûqteda El Sadr bi hezaran çalakger li Qada Tahrîr a Bexdayê kombûn û bi mûdaxelekirina hêzên ewelehiyê ya bi çekan rêyên ku diçin Herêma Kesk tên qepatkirin. Pira Jadriyah bi bendan hat qepatkirin.

Xwepêşandana ku li ser banga Mûqteda El Sadr ya ku dixwaze reform li ser Saziya Hilbijartina Bilind û Endamên wê were kirin, piştî xwepêşandana pirên di nava bajêr de hatin girtin. Polîsên Bexdayê ji bo tevlîbûna meşê asteng bike pirên hatin û çûnê yên sereke yên bajêr bi bandan hatin girtin.

Li Qada Tahrîr a ku avahiyên Hikûmetê lê hene, Pira El Jumariyah, Jadriyah û Pira Sînak ku derbasbûna nav Herêma Keske bi bendan hatin girtin.

Di çalakiyan de herî kêm 5 kes mirîne, 320 kes jî birîndar bûne. Li gorî agahiyan hat diyarkirin ku çalakger derbasî Herêma Kesk jî bûne.