Li Bexdayê di xwepêşandanan de 7 kes mirin

Alîgirên lîderê Tevgera Sadr Muqteda El Sadr, ji bo guhertina endamên Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind li paytext Bexdayê xwepêşandan lidar xistin.

Piştî ku xwepêşandêran xwestin bi ber Herêma Kesk a tê parastin ve bimeşin, polîsan êrîş kirin. Polîsan gule berdan hewayê û gazên çavan dişewitînin bi kar anîn. Di bûyeran de 2 polîs û 7 kes mirin, herî kêm 200 kes jî birîndar bûn.

Muqteda El Sadr der barê êrîşan de daxuyaniyek da û got, "Em daxwaza guhertina hikûmetê dikin. Li şûna van, em dixwazin mirovên ji welatê xwe hez dikin bên û Iraqê ji nû ve ava bikin. Hilbijartin hatin manîpulekirin. Her 4 salan carekê heman mirovên dejenerebûyî tên hilbijartin. Em mirovên durust dixwazin."

Xwepêşandêrên ku nelirêtiya li hikûmet û parlamentê şermezar kirin, xwestin endam û qanûna Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind werin guhertin.

Muqteda El Sadr îdîa dike, ku endamên Komîseriya Hilbijartinê yên di dema Serokwezîrê berê Nûrî El Malîkî de hatin wezîfedarkirin, ji ber ku nêzî Partiya Dozê ne, serbixwe nînin.

Alîgirên Sadr di nava salê de xwepêşandaneke din lidar xistibûn, avêtibûn ser Herêma Kesk û ketibûn hundir.