Li Bexdayê çalakiyên protesoyê: Kuştî û Birîndar hene

Li Qada Tahrîr a paytext Bexda ya Iraqê, xwepêşandan ku Mûqteda El Sadir piştgirî dike û banga tevlîbûnê kiribû, hêzên ewlehiyê mudaxeleleyî çalakiyê kirin.

Li Qada Tahrîrê serê vê sibêhê bi hezaran welatiyên Iraqê li hev kombûn. Çalakgerên ku li hev kombûn ji bo nerazîbûnên xwe dijî Hikûmetê û Komîsyona Bilind a Hilbijartinan bide nîşandan xwestin bikevin Herêma Kesk.

Di dema xwendina peyama Serokê Tevgera Sadir, Mûqteda El-Sadir de, di navbera hêzên ewlekariyê û xwepêşdanan de alozî derket.

Li gorî agahiyên ajansên Erebî, hêzên ewlekariyê yên Iraqê mûdaxeleyî xwepêşandanê kirine, hat diyarkirin ku birîndar û herî kêm kesek hatiye kuştin. Çalakgeran xwestin derbasî Herêma Kesk bibin ku li wê derê endamên Hikûmetê, wezîr û berpirsên di asta bilind a dewletê de hene.

Alîgirên Mûqteda El-Sadir reforman daxwaz dikin û dixwazin guhertin di qanûna hilbijartinê de pêk were. Muqteda El Sadir meha buhrî bi daxuyaniyekê ragihandibû ku divê di sîstema hilbijartinê de gûhertin pêk were.

Piştî bûyeran Mûqteda El Sadr daxuyaniyek da û diyarkir ku çalakgeran xwestin bi şêweyekî aştiyane xwepêşandanê lidar bixin, lê hinek hêzên ewlekariyê êrîşî çalakgeran kirine. Sadr bang li Rêxistinên Mafê Mirovan kir ku bûyeran di cihê wê de lêkolîn bikin.