Li Bexda qetlîam
Li paytexta Iraq Bexdayê, bi wesayîtekî bombeyî êrîşek pêk hat, gelek kes hatin qetilkirin û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Li paytexta Iraq Bexdayê, bi wesayîtekî bombeyî êrîşek pêk hat, gelek kes hatin qetilkirin û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Li gorî nûçeya Reûtersê; di encama êrîşa bombeyî ya li paytexta Iraq Bexdayê de herî kêm 32 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Hat diyarkirin ku teqîna bi wesayîta bombebarkirî li taxa ku piraniya welatiyên wê Şîane ku lê dijî, pêk hatiye.
Teqîn li cihê kelûpelên kevin ku hatine bikar anîn û cihê wesayîtan pêk hatiye, bi dehan kesên ku birîndar bûne rakirin nexweşxaneyan.