Li Arktîka helîna qeşayê rê li ber firsenda petrolê vedike

Neteweyên Arktîka, di civîna hat lidarxistin de tehlûke û firsendên ji ber germahiya gerdûnî anîn bîra xwe. DYA, Danîmarka, Fînlandiya, Swêd, Îzlanda, Kanada, Norwec û Rûsya tevlî civînê dibin.

Neteweyên Arktîka, di civîna hat lidarxistin de tehlûke û firsendên ji ber germahiya gerdûnî anîn bîra xwe. DYA, Danîmarka, Fînlandiya, Swêd, Îzlanda, Kanada, Norwec û Rûsya tevlî civînê dibin.

Arktika, li gor beşên din ên cîhana me 2 qat zêdetir germ dibe.

Hikûmeta Amerîka, mehra buhrî got ku ji sala 1970’ê û vir ve li deverên qeşa zivistana asta wê herî kêm hebû.

Helîna qeşayê li Artîkaya ku wek lûtkeya cîhanê tê tarîfkirin, bi encamên xwe gumanan çêdike.

Bi helîna qeşayê re li aliyekî ku asta okyanûsan bilind dibe, gaza karbon û metan a di bin qeşayê de hatiye stokkirin wê rê li ber bandora gaza serayê veke.

Lê li aliyekî jî bi helîna qeşayê re asta bazirganiyê jî derdikeve holê. Ligel ku wê rêyeke nû ya bazirganiyê ya di navbera Asya û Ewropayê de vebe, petrol û gaza di bin qeşayan de awiran dizivirîne ser van deveran.

Tê texmînkirin ku ji sedî 13 petrol û ji sedî 30 rezervên gaza xwezayî ya cîhanê ku hê nehatiye keşfkirin li vê herêmê ye.

Ev rewş bi xwe re rê li ber pirsgirêkên nû û hevrikiyan vedike. Wezîrê Karên Derve John Kerry, di axaftina xwe ya civînê de got, "Li herêmê helîna qeşayê firsendan derdixe holê.”

Kerry wiha dewam kir, "Lê pêşketinên tên plankirin, divê li gor şêwazê jiyan û dîroka niştecihên herêmê dixwazin biparêzin be. Pêşketina mayînde hesabkirin mecbûrî ye.”

Nîqaşên di civînê de bi tevlîbûna komên xwecihî, rêxistinên hawirdorê û hin çavdêrên Çînî didome.”