Li Îranê cezayê bidarvekirinê li 5 çalakgerên din hat birîn

Daraza Îranê, cezayê bidarvekirinê li 5 çalakgerên din birî.

Berdevkê Erka Edlî Masud Setayeşî bi daxuyaniyek ya çapemeniyê, diyar kir ku 5 kes ji ber kuştina endamê Besîcê Rûhûllah Ecemyan bi cezayê bidarvekirinê hatine cezakirin.

Setayeşî, her wiha da zanîn ku 3 jê zarok 11 kes bi cezayên zêde yê girtîgehê hatine cezakirin. Setayeşî da xuyakirin ku jinek jî hatiye cezakirin lê negot ku cezayê wê çi ye?

Mirov dikare îtiraza ceza li Dadgeha Bilind bike lê biryarên bidarvekirinê li Îranê zû bi zû nayên betalkirin.

Endamê Besîcê Rûhûllah Ecemyan roja 3’yê Mijdarê li nêzê goristana kerecê li Tehranê di çalakiya protestoyî de hat kuştin. Meha Mijdarê jî 6 çalakger bi cezayê bidarvekirinê hatin cezakirin. Rayedarên Îranê ji bo têkbirina çalakiyan, çalakgeran bi sûcdarkirina sûcên wek “komplo“ û “hêzên ji der ve“ dikin.

Li gor rêxistinên mafên mirovan û yên mixelef ji meha Îlonê ta bi niha van hêzên dewleta 400-700 kes kuştine.