Leşkerên biyanî yên li Libyayê dibe sedema bertekan

Ji bo leşkerên Fransî û hin welatên din ên rojavayî ku li Libyayê bi dizîka ve peywirê dikin, ji Libyayê vekişin zext zêde dibin.

Ji bo leşkerên Fransî û hin welatên din ên rojavayî ku li Libyayê bi dizîka ve peywirê dikin, ji Libyayê vekişin zext zêde dibin. Li gel hikûmeta nû ya demkî ya Libyayê ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve hate nasîn, ji koma milîsan a Bîngaziyê jî bangek wiha hate kirin.

Li Bîngaziyê 3 leşkerên girêdayî yekîneya xef a Fransiz ku alîkarî didan yekîneyên General Halîfa Haftar, Şemiya bihurî di qezayeke helîkoptêrê de miribun. Piştî bûyerê Fransayê neçar mabû ku hebûna xwe ya leşkerî ya li Libyayê qebûl bike û diyar kiribû ku leşkerên wan bi mebesta istîxbarî li wir bûne.

Lê berteka Hikûmeta Yekîtiya Netewî (GNA) ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî hatiye nasîn û komê çekdar ên li dijî hebûna leşkerî ya Fransiz zêde dibin. GNA diyar kir, Fransa serweriya xakê binpê dike, tê zanîn ku navbera General Haftar ku yekîneyên Fransiz piştgirî didinê, û hin komên din ên çekdar bi hikûmetê re ne baş e.

Koalîsyona bi navê ‘’Şûraya Şoreşger’’ ku li Bingaziyê birêxistin in bang kir ku yekîneyên Fransiz ên li Libyayê vekişin. Di bangê de, hemû yekîneyên biyanî yên ku têkilî şerê welêt bûne, hedef hatin nîşandan.

Koalîsyona Şûraya Şoreşger ku gelek komên Îslamî jî endamen wê de, hebûna leşkerî ya Fransayê weke ‘’êrîşa haçlî’’yê nirxand.

Li Libyayê hebûna leşkerî ya çeteyên DAÎŞ’ê jî berdewam e, li Bîngaziyê hem şerê hêzê yên Îslamiyên muxalîf û yekîneyên hikûmetê berdewam e.

Li herêmê hin kom dibêjin, leşkerên Fransiz û yên welatên din ên biyanî li dijî çeteyên DAÎŞ’ê xebatên keşfî û îstîxbarî dikin.