Le Pen a nîjadperest wê li ser 'Frexît'ê danûstandinan bike

Lîdera nîjadperest Marîne Le Pen, ku tê payîn di tûra duyemîn a hilbijartina meha Nîsanê ya li Fransayê ji bo serokkomariyê têbikoşe, soz da ku mîna Brîtanyayê, welatê wê jî dikare ji nava Yekîtiya Ewropayê derkeve.

Lîdera Eniya Neteweyî (FN) Marîne Le Pen ji rojnameya Le Monde re axivî û got, eger di hilbijartina Serokkomariyê de bi ser bikeve, ji bo Fransa ji nava Yekîtiya Ewropayê derkeve (Freîxt) ew ê dest bi danûstandinan bike.

Le Pen da xuyakirin, ku eger bê hilbijartin wê bi Brukselê re ji bo 6 mehan dest bi danûstandinan bike û hewl bide pereyê xwe, serweriya qanûndanîn, budçe û axê, 'ji nû ve bi dest bixe'. Le Pen diyar kir, li gorî encama ji danûstandinên bi Brukselê re bi dest bikevin, wê biryar bê dayîn, ku ji bo 'Frexît'ê referandûm bê kirin an na.

Piştî ku Brîtanyayê par di referandûmê de biryar da ji nava Yekîtiya Ewropayê derkeve, partiyên nîjadperest ên li gelek welatan heman armanc danîn pêşiya xwe.

Tê payîn, ku Le Pen ji tûra duyemîn a hilbijartinê bimîne û di vê tûrê de li pêşberî namzetên rastgir, çepgir an jî lîberal têk biçe.