Lavrov: Em ê têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re di ber çavan re derbas bikin

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku xistina balafira şer wek provokasyoneke bi plan e.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku xistina balafira şer wek provokasyoneke bi plan e.

Lavrov ji çapemeniya re wiha axivî: “Em li hember Tirkiyeyê ti şerî nakin. Lê em ê têkiliyên xwe bi awayekî cidî ber çavan re derbas bikin. Têkiliyên me yên bi gelên Tirk re neguheriye. Tenê bi rêveberiya Tirk a heyî re hin pirsgirêkên me çêdibin.”

Lavrov destnîşan kir ku xistina balafira Sû-24 wek provakasyonek bi plan e, wiha got: “Gumanên me yên pir cidî der barê vê bûyera nedihat xwestin hene. Ev wek provokasyonek bi plan e.”

Lavrov wiha axivî:

“Li gor agahiyên herî dawî, li vê herêma ku hempîşeyên me yên Tirk dibêjin Tirkmen lê dijîn, duh wek Wezîrê Dewletê jî got, nêzî hezar terorîstî ku di nav de welatiyên Rûs ên ewlehiya me rasterast tehdît dikin jî hene. Lê li gor daneyên heyî, li vê herêmê binesazên terorîstan ên navendên, depoyên çekan jî cih digirin.”